Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump, hevpeymanên xwe yên NATOyê kirin armanc ku di êrişa li Îranê û parastina Tengava Hurmizê de Washington bi tenê hişt.
Trump got, "Bi salan e em ji bo parastina wan bi sedan milyar dolarî xerc dikin lê ew ne bi me re ne. Êdî ne hewce ye em van pereyan xerc bikin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump tevlî lûtkeya FII Priorityê ya li Miamiyê bû.
Trump ragihand ku di şerê li Îranê de gihîştine qonaxa dawî û di beşeke mezin a axaftina xwe de rexneyên tund li hevpeymanên xwe yên NATOyê kirin.
Trump, nedayîna piştgiriya leşkerî ya hevpeymanên Ewropayê ya ji bo vekirina Tengava Hurmizê wekî "şaşiyeke mezin" nirxand û pêbendbûna Amerîkayê ya bi NATOyê re xist bin pirsyarê.
"Çima em bi wan re bin?"
Trump diyar kir ku hevpeymanên wan xweperestiyê dikin û ev gotin bi kar anîn:
"Welatên NATOyê tevlî vê pêvajoyê nebûn, ew li wê derê nebûn.
Em her sal ji bo parastina wan bi sedan milyar dolarî xerc dikin, em her tim ji bo wan li wê derê bûn.
Lê niha me dît ku ew ne li gel me ne.
Nexwe çima em bi wan re bin? Yê ku ne bi me re be, em jî dê ne bi wî re bin.
Ez bawer dikim ku êdî ne pêwîst e em van pereyan xerc bikin."
Tengava Hurmizê û helwesta Ewropayê
Amerîkayê ji bo ewlekirina veguhastina petrolê ya ku ji ber şerê li Îranê asê mabû, ji hevpeymanên xwe yên NATOyê xwestibû ku keştiyên şer bişînin Kendavê.
Lê belê di serî de Almanya û Fransa, gelek welatên Ewropayê ji bo ku alozî zêde nebe nêzîkî vê daxwazê nebûn.
