Hewlêr (Rûdaw) – Raportorên saziyên Ewropayê ji hikûmeta Tirkiyeyê xwest ku mafên dengdêran bin pê nekin.
Raportorên saziyên Ewropayê derbarê rûdanên ku bandorê li demokrasiya xwecihî ya Tirkiyeyê dikin, nameyeke hevbeş belav kir.
Di nameyê de behsa girîngiya "mafên mirov, demokrasî û serweriya hiqûqê" tê kirin.
Name ji Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çiftçi re hat şandin.
Di naveroka nameyê de xala herî balkêş ew e ku rayedarên Ewropayê daxwaza "xebateke hevpar a ji bo çareserkirina pirsgirêkan" dikin.
Wan bang kir ku "Tirkiye ji bo pêkanîna erkên xwe yên demokratîk zêdetir were piştgirîkirin."
Heta niha kêm hatiye dîtin ku saziyên cuda yên Ewropayê ji bo mijarekê bi vî rengî bibin yek û bi daxuyaniyeke hevpar gavan biavêjin.
Di nameyê de hatiye diyarkirin ku pêwendiyên saziyên Ewropayê û Tirkiyeyê li ser bingehê nirxên hevbeş ên wekî demokrasî, mafên mirov û serweriya hiqûqê ava bûne.
Di nameyê de wiha tê gotin:
"Ji ber vê yekê, em bi hev re dengê xwe digihînin we. Armanca me ew e ku em fikarên xwe yên derbarê rûdanên dawî yên li ser demokrasiya herêmî bînin zimên.
Ji bo derbaskirina van pirsgirêkan, em li ser hûnandina xebateke hevpar bi we re biaxivin."
Mijara nûnerên girtî
Di nameyê de tê bibîrxistin ku doza Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ketiye sala xwe ya duyemîn û gelek nûnerên mixalefetê yên hatine hilbijartin jî ev demeke dirêj e girtî ne.
Di nameyê de tê gotin, "Ev rewşa heyî mafê dengdêran ê diyarkirina nûneran bin pê dike û bi giştî demokrasiyê qels dike."
Rayedarên Ewropayê da zanîn ku ew ji bo berdewamkirina diyalogê amade ne û dibêjin:
"Tirkiye hem endamê Konseya Ewropayê û hem jî şirîkê stratejîk ê Yekîtiya Ewropayê ye.
