Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance gumanê ji agahiyên Wezareta Şer a Amerîkayê dike.
Li gorî raporeke nû Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance, her tim ji wan agahiyan bi guman e ku Wezareta Şer (Pentagon) derbarê şer û asta cebilxane û embarên çekan pêşkêş dike.
Ew di wê baweriyê de ye ku rastî ji ya ku tê gotin metirsîdartir e.
Kovara The Atlanticê di raporeke xwe de diyar dike ku Vance di civîneke taybet de ya bi rayedarên pilebilind ên îdareya Trump re, gelek caran pirsên xwe yên li ser rastiya wan daneyan anîne zimên ku Pentagon derbarê asta cebilxane û mûşekan parve dike.
"Dibe ku qabîliyeta parastinê lawaz bibe"
Vance ne tenê gumanan nîşan dide di heman demê de fikarên xwe tîne zimên ku kêmbûna asta embarên çekan dibe ku qabîliyeta Amerîkayê ya ji bo parastina hevpeymanên wê yên li herêmên cuda yên cîhanê lawaz bike.
Wî bi taybetî bal kişandiye ser metirsiyên li ser Taywan, Koreya Başûr û welatên Ewropayê.
