Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Petrola Sûriyeyê ragihand ku karwanê yekem ê "petrola reş a Îraqê" gihaye depoyên parzûngeha Banyasê.
Ev pêngav wekî amadehiyeke ji bo hinartina petrolê ya ber bi bazarên cîhanê ve tê dîtin.
Şirketa Petrola Sûriyeyê îro di daxuyaniyekê de diyar kir ku yekem karwanê tankerên petrolê yên Îraqê di deriyê sînorî yê Tenefê re derbasî nav axa Sûriyeyê bûye.
Tîmên teknîk dest bi valakirina baran kiriye.
Ev petrol dê bi rêya keştiyên bar ji benderên Sûriyeyê ber bi bazarên navneteweyî ve here.
Îraq rêya bejayî bi kar tîne
Wezareta Petrolê ya Îraqê doh di daxuyaniyekê de piştrast kir ku pêvajoya hinartina petrola reş a “bi tankeran” û “di ser Sûriyeyê re” dest pê kiriye.
Wezaretê ragihand ku armanca vê pêngavê "piştgiriya aboriya niştimanî û dabînkirina dahatê ji bo xezîneya dewletê ye."
Ev biryar piştî wê yekê hat ku hinartina petrola Îraqê ji ber şer rûbirûyî pirsgirêkan hatiye.
Li gorî aliyê Îraqê, hikûmeta Sûriyeyê soz daye ku ew li nav axa welatê xwe ewlehiya tankeran biparêze heta ku bigihin dergehên li ser Deryaya Spî.
Girtina Tengava Hurmizê
