Hewlêr (Rûdaw) - Îmarata Erebî biryar da ku ji Rêxistina Welatên Hinardekarên Petrolê (OPEC) û Hevpeymaniya OPEC Plusê (OPEC+) vekişe.
Îmarata Erebî ragihand ku dê ev biryar destpêka meha bê were bicihanîn.
Îmarata Erebî ragihand ku biryara vekişîna wan a ji OPEC û OPEC Plusê dê 1ê Gulanê bikeve meriyetê û anî ziman:
"Ev biryar piştî pêdaçûneke hûr a li ser siyaseta hilberîn û şiyanên welêt hatiye dayîn û li gel berjewendiyên niştimanî û vîzyona aborî ya demdirêj a Îmarata Erebî digunce."
Îmarata Erebî destnîşan kir ku ji ber aloziyên jeopolîtîk ên li Kendavê û Tengava Hurmizê bandor li ser dabînkirina enerjiyê çêbûye.
Ji ber vê yekê ew dixwazin bi awayekî bibandortir bersiva pêdiviyên bilez ên bazarê bidin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku aramiya pergala enerjiya cîhanê girêdayî dabînkirina petrolê ya bi bihayekî guncav e.
Hat gotin ku Îmarata Erebî ji ber vê yekê di vî warî de veberhênaneke zêde kiriye.
Pêbendiya bi aramiya bazarê
Îmarata Erebî ji sala 1967an ve endama OPECê ye.
Îmarata Erebî da zanîn:
"Piştî vekişînê, Îmarat dê zêdekirina berhemanînê bi awayekî qonaxî û berpirsyarane bidomîne ku li gel daxwaz û rewşa bazarê bigunce."
