Hewlêr (Rûdaw) - Ev du roj in zêr erzan dibe û îro bihayê onsê daket nêzîkî 4 hezar û 670 dolarî.
Îran û Amerîka heta niha ji bo bidawîanîna şer negihîştine ti çareseriyan û Serokê Amerîkayê Donald Trump ji pêşniyara nû ya Îranê ne kêfxweş e.
Petrol di asteke bilind de tê kirîn û firotin û bihabûna petrol û sotemeniyê bûye sedem ku guşara li ser bihayê zêr bidome.
Çavê bazaran li Amerîkayê ye
Bazirganên zêr her wiha li benda encamên civîna du rojî ya Banka Navendî ya Amerîkayê ne ku dê sibe encama wê eşkere bibe.
