Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro bi rêjeya zêdetirî ji sedî 1ê bilind bû.
Zêr bi vê bilindbûnê re hinek ji zererên xwe yên roja borî vegerandin.
Divê were gotin ku bihayê zêr doh daketibû asta herî nizm a hefteya borî.
Bihayê onsekê gihîşt 5 hezar û 168 dolaran
Bihayê onseke zêr bi rêjeya ji sedî 1,6 bilind bû û gihîşt 5 hezar û 168 dolarî.
Bihayê zêr ê di peymanên paşerojê de jî bi rêjeya ji sedî 1,1 bilind bû û gihîşt 5 hezar û 178 dolaran.
