Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Yekîtiya Hinardekarên Başûrrojhilatê Anatolyayê, 3 mehên destpêkê yên sala 2026an ji Bakurê Kurdistanê bi 32 milyon û 824 hezar dolaran fistiq hatine hinardekirin.
Di serî de parêzgehên Riha, Dîlok û Sêrtê, bi tevahî li 22 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê fistiq tên berhemanîn.
Lê belê ji sedî 95ê fistiqan li Bakurê Kurdistanê tên berhemanîn.
Hinartin kêm bûye
Ji Bakurê Kurdistanê, di navbera 1ê Kanûna Paşîn a 2026an û 31ê Adara 2026an de hinartina fistiqan li gorî sala borî nêzîkî ji sedî 80 kêm bûye.
Di van sê mehan de ji 61 welatan re bi 32 milyon û 824 hezar dolarî fistiq hatine hinartin.
2025an di heman mehan de bi 57 milyon û 604 hezar dolaran fistiq hatibûn hinartin.
Bakurê Kurdistanê herî zêde fistiq ji Îtalya, Almanya û Polonyayê re şandine.
