Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro zêdetir bilind bû û bermîlê 110 dolar derbas kir.
Gefên Donald Trump ên li ser Îranê piştgiriyeke zêde da bihayê petrolê.
Trump hişyarî dabû eger Îran Tengava Hurmizê veneke, ew dê binesaziyê wê tune bike.
Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 57 sentan bilind bû û bermîlek bi 110 dolar û 34 sentan hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî dolarek û 26 sentan bilind bû û bermîl bi 113 dolar û 67 sentan hat kirîn û firotin.
Dema dawî ji bo Îranê
Donald Trump ragihand eger Îran heta dema dawî ya ku hatiye diyarkirin, (roja çarşemê saet 03:00yan, bi dema Kurdistanê) Tengava Hurmizê veneke ew dê agir bi ser de bibarîne.
