Hewlêr (Rûdaw) - Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê onseke zîv 1,30 dolaran ango ji sedî 1,55 daket û ons bi 82,97 dolaran hat kirîn û firotin.
Îro berê sibehê bihayê zîv heta bi 79,77 dolarî jî daketibû.
Li gorî vê yekê, niha li bazarên cîhanî bihayê kîloya zîv 2 hezar û 668 dolar e.
Sedema daketina bihayê zîv xurtbûna dolar e û pêşbîniyên li ser kêmkirina rêjeya faîzê ya Banka Navendî ya Amerîkayê ye.
Giranbûna petrolê û krîza li Tengava Hurmizê
Bihayê her bermîla petrolê bi ser 100 dolarî ket ku ji sala 2022yan ve ev cara yekem e rû dide.
Vê rewşê dilgiraniyên li ser bilindbûna enflasyona cîhanî zêdetir kirine.
Ev yek piştî wê hat ku ji ber aloziyan rê li ber derbasbûna keştiyên petrolê yên di Tengava Hurmizê re tê girtin.
