Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro piştî ku Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) pêşniyara vekirina embarên stratejîk kir daket.
Bihayê petrolê li bazaran
Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 23 sentan daket.
Bermîla petrolê bi 87 dolar û 57 sentan hat kirîn û firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê (WTI) jî 37 sentan daket.
Bermîleke wê jî bi 83 dolar û 8 sentan hat firotin.
Pêşniyara Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî
Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî pêşniyarî endamên xwe kiriye ku zêdetirî 182 milyon bermîlan ji embarên xwe yên stratejîk pêşkêşî bazarê bikin.
Ev mêjer sala 2022yan jî piştî destpêkirina şerê Ukraynayê bi du caran li bazarê hatibû belavkirin.
