Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê petrolê bi rêjeya zêdetirî ji sedî 8an zêde bû û ducare gihîşt 100 dolarî.
Ev zêdebûn piştî wê yekê tê ku bazirgan bawer dikin ew 400 milyon bermîlên ku welatên endamên koma G7ê biryar daye pêşkêşî bazarê bikin, ji bo aramiya bazarê ne bes in.
Bihayê petrola brentê a Deryaya Bakur îro bi rêjeya ji sedî 8,8 zêde bû û bermîlek bi 100 dolar û 8 sentan hat kirîn û firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê (WTI) jî bi heman rêjeyê ber bi 95 dolarî ve firiya.
Pêngava dîrokî ya IEAyê
Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) ragihand ku 32 endamên ajansê dê 400 milyon bermîl petrol ji embarên xwe yên stratejîk derxin bazarê.
