Hewlêr (Rûdaw) - Bihabûna petrolê û dolarê Amerîkî, bihayê zêr daxist.
Bihayê onseke zêr piştî vebûna bazarên Asyayê bi rêjeya ji sedî 0,5 daket û ons bi 5 hezar û 155 dolaran hat kirîn û firotin.
Bihayê zêr di peymanên paşerojê de jî ji bo teslîmkirina di meha pêşiya me de, bi rêjeya ji sedî 0,4 daket û bi derdora 5 hezar û 156 dolaran e.
Bihabûna petrolê û dilgiraniyên li ser enflasyonê, bihayê dolarê Amerîkî îro bi rêjeya ji sedî 0,3 bilind kir û ev yek bû sedema daketina bihayê zêr.
