Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Petrolê ya Îraqê amadehiya xwe nîşan dide ku hevdem bi destpêkirina hinartina petrolê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê re, li ser wan mercên ku Herêma Kurdistanê ji bo hinartinê danîne gotûbêjê bike.
Her wiha dibêje, ew amade ne 300 hezar bermîl petrol bi rêya boriya petrolê ya Kurdistanê hinarde bikin.
Hinartina petrolê hat rawestandin
Piştî destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li hemberî Îranê, Herêma Kurdistanê hinartina petrola xwe ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê rawestand.
Herêma Kurdistanê ji wan kiryar û siyasetên ku hikûmeta Îraqê li hemberî Herêma Kurdistanê dimeşîne dilgiran e.
Hikûmeta Îraqê par meaşên du mehan ên Herêma Kurdistanê neşandin û meaşê meha sibata îsal jî bi sê beşan şandiye.
Her wiha ev demek e ku qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê ji aliyê komên çekdar ve tên armancgirtin.
Ji ber vê yekê piraniya şirketên petrolê karên xwe rawestandine.
Pergala ASYCUDAyê û nedayîna dolaran
Pirsgirêkeke din a di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de pergala ASYCUDAyê ya di warê bazirganiyê de ye.
Herêma Kurdistanê vê pergalê red dike.
Ev pirsgirêk li gel nedayîna dolaran a bi bihayê fermî ji bazirganên Herêma Kurdistanê re berdewam dike.
Wezareta Petrolê ya Îraqê ji Herêma Kurdistanê dixwaze ku hinartina petrolê dest pê bke û dibêje, "Paşê em dê mercên wan binirxînin."
"Em amade ne 300 hezar bermîl petrol hinarde bikin"
