Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro jî asta xwe ya bilind parast.
Bermîlek petrola brent bi zêdetirî 104 dolaran tê firotin.
Her wiha bermîlek petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî bi 99 dolar û 27 sentan tê firotin.
Şerê Îranê û bihabûna petrolê
Piştî destpêkirina şerê Îranê, ji destpêka vê mehê heta niha bihayê petrola brent a Deryaya Bakur û petrola Teksasê ji sedî 40 bilind bûye.
Êrişên Îsraîl û Amerîkayê bûn sedem ku Îran bixwaze Tengava Hurmizê bigire.
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja yekşemê ragihand ku wî ji welatên din xwestiye di parastina tengavê de alîkariyê bidin.
Donald Trump her wiha diyar kir ku ew bi Îranê re di nav pêwendiyê de ne.
