Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr roja înê bilindbûneke berbiçav bi xwe ve dît û onseyeke wê heta nêzîkî 4,890 dolarî zêde bû lê berî ku bigihîje wê astê hinekî daket û bi 4854 dolarî hat girtin.
Daketina bihayê dolarê Amerîkî piştî daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Îranê yên li ser vekirina Tengava Hurmizê, sedema sereke ya bilindbûna bihayê zêr e di roja înê de.
