Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê xelk ji bihayên bazarê nerazî ye.
Wan herêmeke çandiniyê ye lê dîsa jî xerciyên enerjiyê û xerciyên din ên cotkaran gelek in.
Ji ber vê yekê bihayên bazarê gelekî bilind in.
Ji ber bihayên bilind, kirîn û firotin kêm e û bazar gelekî sist e.
Xelk ji bihayên sebze û fêkiyan bi gazinc in.
Her wiha esnaf û dikandar jî ji xerciyên zêde gilî û gazincan dikin.
"Em birçî dimînin"
Welatiyê xanenîşîn Nevzat Aslan qala rewşa xwe kir û got:
“Binêre, îsot bûye 150-200 lîre. Tiştek nayê kirîn. Em xanenîşîn in û em pê re nagihînin."
Aslan anî ziman ku ew li malê birçî dimînin û wiha dewam kir:
"Xanenîşîn û esnaf mirine. Tiştek nayê kirîn. Binêrin petat bi çi qasî ne!
Jixwe milet tenê dikare petatan bixwe. Wekî din tiştek nayê kirîn. Gelekî biha ye.
Em nerazî ne û em vê yekê qebûl nakin.”
