Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro piştî vebûna bazarên Asyayê nekarî asta xwe ya 4800 dolaran biparêze û daket derdora 4780 dolaran.
Bihêzbûna dolar sedema sereke ya daketina bihayê zêr e.
Hilbirîner û bazirgan li bendê ne ku bizanin ka gelo dê hevdîtina di navbera Îran û Amerîkayê ya ji bo bidawîanîna şer pêk were, yan jî agirbest dê neyê dirêjkirin û egera destpêkirina careke din a şer heye.
Bihayê zêr doh heta 4733 dolaran jî daketibû ku piştî ragihandina agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de ev asta herî kêm bû.
Di girêbestên paşerojê de, bihayê zêr ê ji bo radestkirina di meha şeşan de bi nêzîkî 4830 dolaran tê kirîn û firotin.
"Eger aştî pêk were dê bihayê zêr were piştgirîkirin"
