Hewlêr (Rûdaw) - Kargêriya Agahdarkirina Enerjiyê ya Amerîkayê (EIA) ragihand ku stokên petrola xav ên bazirganiyê yên li Amerîkayê hefteya borî nêzîkî 6 milyon û 900 hezar bermîlan zêde bûne.
EIAyê eşkere kir ku bi vê zêdebûnê re asta stokên petrolê gihiştine 456 milyon û 200 hezar bermîlî.
Divê were gotin ku li bazarê dihat çaverêkirin ku stok bi qasî milyonek û 300 hezar bermîlan kêm bibin.
Stokên stratejîk û yên benzînê
Stokên petrola xav ên stratejîk ên ku ne di nav stokên bazirganiyê de ne, di asta 415 milyon û 400 hezar bermîlan de man û neguherîn.
Di heman heyamê de stokên benzînê yên Amerîkayê nêzîkî 2 milyon û 600 hezar bermîlî kêm bûn.
Bi vê kêmbûnê re stokên benzînê gihiştin 241 milyon û 400 hezar bermîlî.
