Hewlêr (Rûdaw) - Şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn derbasî hefteya xwe ya pêncemîn bûne.
Dibe ku ev yek bibe sedema jidestdana ji sedî 3,7 heta ji sedî 6ê berhema navxweyî ya welatên herêmê.
Tê texmînkirin ku ev ziyan di navbera 120 û 194 milyar dolaran de be.
Encamên metirsîdar: Xizanî û bêkarî
Li gorî lêkolîneke nû ya Bernameya Bipêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî ku berê sibeha îro hat belavkirin, ev şer dê bibe sedema zêdebûna rêjeya bêkariyê ya bi qasî ji sedî 4an.
Ev yek tê wateya jidestdana 3,6 milyon derfetên kar.
Ev hejmar ji hemû derfetên kar ên ku 2025an li herêmê hatibûn afirandin zêdetir e.
Ev bipaşveçûna aboriyê dê nêzîkî 4 milyon kesên din ber bi xizaniyê ve bibe.
Lêkolîna bi navê "Bipêşketina Leşkerî ya li Rojhilata Navîn: Encamên Aborî û Civakî yên ji bo Welatên Ereban" balê dikişîne ser çend xalan.
Li gorî lêkolînê, metirsiyên ewlehiyê yên deryayî û êrişên li keştiyên petrolê, çalakiyên keştiyan ên li Tengava Hurmizê bi awayekî berbiçav kêm kirine.
Ev tengav hîn jî wekî rêrewa enerjiyê ya herî hestiyar a cîhanê tê naskirin.
Ziyanên li welatên herêmê
Pêşbînî nîşan didin ku dê welatên Encumena Hevkariya Kendavê rûbirûyî bipaşveçûna aboriyê bibin.
