Hewlêr (Rûdaw) - Du berpirsên herêmî yên agahdar ji pêşniyara Îranê ragihand ku Îran pêşniyar dike ku Tengava Hurmizê veke lê bêyî ku amaje bi bernameya xwe ya nukleerê bike.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Rûsyayê ye û dibêje, serdana wî derfetek e ji bo ku li gel Moskowê derbarê şerê li dijî Îsraîl û Amerîkayê de bişêwire.
Ew her du berpirs dibêjin, Îran dixwaze wekî beşek ji pêşniyarê Amerîka dawî li wê dorpêçê bîne ku daniye ser wî welatî.
Pêşniyara nû bi rêya Pakistanê gihîştiye Amerîkayê lê xuya nake ku Serokê Amerîkayê Donald Trump piştgiriya wê bike.
Ji ber ku Trump wekî beşek ji peymaneke giştî ya ji bo careke din vekirina Tengava Hurmizê û agirbesteke mayînde, dixwaze dawî li bernameya nukleerê ya Îranê bê anîn.
Donald Trump 26ê Nîsana 2026an ji Fox Newsê re ragihandibû, "Hemû kart di destê me de ne, eger ew bixwazin biaxivin dikarin bên ba me an jî dikarin pêwendiyê bi me re deynin."
Putin û Eraqçî dicivin
Ajansa Nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî dê sibeha duşemê li St. Petersburgê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bicive.
Serdana Eraqçî di demekê de ye ku tevî agirbestê jî aloziyên di navbera Îran û Amerîkayê de yên li tengava stratejîk a Hurmizê berdewam dikin ku vê yekê hiştiye bihayê petrolê bilind bimîne.
Eraqçî di daxuyaniyeke xwe de ya ji bo ÎRNayê de got:
"Ev derfeteke baş e ji bo me da ku em bi hevalên xwe yên Rûs re derbarê wan bipêşketinên di vê demê de têkildarî şer de rû dane û yên ku niha rû didin bişêwirin."
Tê payîn ku dan û standin li Îslamabadê bin.
Pakistanê hewl da ku dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de zindî bike lê Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşniyar kir ku dan û standin dikarin bi rêya telefonê werin kirin.
Di vê derbarê de Eraqçî ragihand, şêwazê serederiya Amerîkayê bûye sedema "derengketina dan û standinan."
Ebas Eraqçî got, "Gera borî, tevî wan bipêşketinên ku hatibûn bidestxistin, nekarî armancên xwe bi cih bîne."
Di navbera daxwaza Washington û Tehranê de
Trump mijara desthilatê li Îranê vedike ka kî li Îranê berpirs e û ragihand ku aloziya di nav sîstema hikumraniya wî welatî de gihîştina peymanê zehmet kiriye.
Koşka Spî hefteya borî ragihandibû, dê Nûnerê Taybet Steve Witkoff û Jared Kushner ji bo dan û standinan bişîne Îslamabadê lê Eraqçî şemiyê paytexta Pakistanê bi cîh hişt û piçekî piştî wê Trump ragihand ku ji ber nebûna bipêşketinê di dan û standinên li gel Îranê de ew şandeyê naşîne.
Donald Trump yekşemê ji Fox Newsê re got, "Eger bixwazin, em dikarin biaxivin lê em xelkê naşînin."
Trump berî wê jî li ser Truth Socialê nivîsîbû, "Hemû tişta ku pêwîst e ew bikin tenê pêwendiyeke telefonî ye!!!"
Paşê Eraqçî vegeriya Îslamabadê, her wiha berî ku biçe Rûsyayê, serdana Mesqeta paytexta Umanê jî kir û yekşemê bi hevtayên xwe yên li Qeter û Siûdiyeyê re bi telefonê axivî.
Tengava Hurmizê xaleke girîng a dan û standinan e
Li Umanê asêbûna li Tengava Hurmizê berdewam dike.
Ew tengava ku bi awayekî asayî pênceka hemû bazirganiya petrol û gaza xwezayî di nav re derbas dibe.
Îranê Tengava Hurmizê girtiye û dorpêçkirina ser benderên Îranî jî ji aliyê Amerîkayê ve berdewam e.
