Hewlêr (Rûdaw) - Aloziya leşkerî û siyasî ya li Tengava Hurmuzê bandoreke xirab li aboriya cîhanî dike.
Ji ber krîza li Îranê bihayê konteynerên veguhastinê di demeke kurt de du qat zêde bû.
Bazirganên Kurd ên ku li Çînê dixebitin jî li rêyên alternatîf digerin.
Bêaramiya li Tengava Hurmuzê ku yek ji rêyên avê yên herî girîng ên Rojhilata Navîn e, di cîhana bazirganiyê de wekî "erdheja lojîstîk"ê bandorê dike.
Îhtimala girtina tengavê ya ji aliyê Îranê ve û egera şerê li herêmê, rasterast bandor li hinartina ji Çînê ya ber bi Îraq û Herêma Kurdistanê ve kir.
Bihayê konteyneran gihişt lûtkeyê
Li gorî zanyariyan, şirketên veguhastinê metirsiyên ewlehiyê wekî hincet nîşan dan û bihayên xwe nû kirin.
Beriya demeke kurt mesrefê veguhastina konteynereke 20 fîtî derdora 2 hezar dolarî bû lê niha 3 hezar û 500 dolarî derbas kiriye û gihiştiye asta rekorê.
Karsazê Kurd Dalan Mihemed Kerîm ê ku li Çînê bazirganiyê dike li ser ciddiyeta rewşê wiha axivî:
"Niha pêvajoya ku herî zêde bandor dîtiye hinardekirina kel û pelan a ji Çînê ya ji bo welatên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî ya ji bo Îraqê ye.
Me ji şirketa CMAyê ku yek ji xetên herî mezin ên veguhastinê yên cîhanê ye e-nameyek wergirt.
Di e-nameyê de hat ragihandin ku li gorî cureyê konteynerê dê biha di navbera 2 hezar û 4 hezar dolarî de zêde bibin."
#VÎDEO - Ji ber girtina Tengava Hurmizê mesrefa veguhastinê 4 hezar dolar zêde bû
📍 Bazirganekî Kurd hişyarî da: Eger Hurmiz venebe dê kel û pel gelekî giran bibin
📍 Girtina Tengava Hurmizê bûye sedema bihabûna veguhastina konteyneran pic.twitter.com/5QA57h4FKI
