Hewlêr (Rûdaw) - Îran derbasî hefteya duyem a şer dibe û berpirsên Komara Îslamî ya Îranê bersiva Donald Trump didin û dibêjin ew ne amade ne bê merc xwe radest bikin.
Aboriya Îranê hildiweşe, fişara bihabûna sotemenî û enerjiyê ya li Amerîkayê ji aliyê Demokratan ve li ser Trump hatiye zêdekirin.
Ji bo cîhanê, baca vî şerî karesatbar e û saet bi saet ev bac zêdetir dibe.
10 roj di ser destpêkirina operasyona leşkerî ya Amerîka û Îsraîlê re derbas bûn ku 28ê meha borî li dijî Îranê hat destpêkirin lê hîn jî Komara Îslamî ya Îranê şer didomîne.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf dibêje, “Em agirbestê naxwazin.”
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth jî îro ragihand ku eger Îran xwe radest neke dê şer bidome.
Şiyana Supaya Pasdaran a avêtina mûşek û dronan hîn jî heye.
Rêberê nû dest bi kar kiriye û xelkê Îranê di navbera bombebaran û rûxîna aboriyê de asê mane.
Bertekên bilez ên bazaran
Berê sibeha îro, bihayê petrola brent derket 119,36 dolaran û ev ji Hezîrana 2022yan ve asta herî bilind e.
Tevliheviya bazarên cîhanî ji her daxuyaniyeke leşkerî zêdetir dikare bandorên vî şerî eşkere bike.
Tengava Hurmuzê ya ku berê pêncyeka petrola cîhanê jê derbas dibû, niha bi pratîkî girtî ye.
Şirketa şêwirmendiyê ya bi navê Rapidan Energyê dibêje, ev qutbûna herî tund a veguhastina deryayî ya petrola xav e piştî Krîza Suweyşê ya salên 1956-1957an.
Bazarên borsayê yên cîhanê û bihayê pişka şirketan ji Tokyoyê heta Londonê, ber bi daketineke bêwêne ve diçin.
Wezîrên darayî yên Komxebata 7an (G7) ji bo dîtina çareseriyekê ji krîza enerjiyê re daxwaza civîneke bilez kir.
Pirsa sereke ya pisporên siyasî û aborî êdî ne ew e bê ka dê desthilata niha ya Îranê bimîne yan na, ew e ku dê heta kengî bimîne û man û berdewamiya wê dê çi bacê bide welatên din ên cîhanê?
Dan û standin an şer?
Dihat çaverêkirin ku kuştina Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xaminêyî di roja yekem a êrişan de, hevkêşeyê biguherîne.
Hêviya Amerîkayê ew bû ku bi têkbirina lûtkeya desthilatê, rejîma Îranê hilweşîne.
Lê Meclisa Pisporan bi lez tevgeriya û berê sibeha roja duşemê rêberekî nû destnîşan kir.
Ev kes, kurê Elî Xaminêyî yê Mucteba Xaminêyî yê 56 salî ye.
Pisporên ser bi Enstîtuya Rojhilata Navîn a li Washingtonê ve di wê baweriyê de ne ku destbikarûna Mucteba Xaminêyî îhtimala dirêjbûna şer zêdetir dike.
Çimkî wî ti vebijêrkek ji bo dan û standin û vekişînê nehiştiye.
Lêkolînerê Enstîtuya Hudsonê Can Kasapoglu dibêje, "Dîrokeke dûr û dirêj a Supaya Pasdaran di biryardayîna serbixwe de heye."
Wî pisporî destnîşan kir, "Di saya Mucteba Xaminêyî de, pêwendiyên nefermî yên bi Supaya Pasdaran re dê bibin pêwendiyên fermî û yasayî.
Ev jî tê wê wateyê ku dê tundrew li ser kursiya desthilatê bimînin û şer jî dê bidome."
Cebilxaneyên Îranê
Îranê ji destpêka şer ve heta niha zêdetirî 500 mûşekên balîstîk û nêzîkî 2 hezar dronan avêtine.
Nêzîkî ji sedî 40ê wan ber bi armancên Îsraîlî ve hatine avêtin.
Yên din jî ber bi welatên Kendavê û Herêma Kurdistanê ve hatine avêtin ku baregehên leşkerî yên Amerîkayê li wan deran hene.
Her çi qasî leza êrişan kêm bûbe jî hîn jî didomin.
Li gorî çavkaniyên Îsraîlê û şîroveyên analîstan, êrişên Amerîka û Îsraîlê di rojên 8 û 9an ên şer de du kargehên sereke yên hilberîna mûşekan ên Îranê wêran kirine.
Niha Îran nikare bi wê leza ku mûşekan diavêje, mûşekên nû çêbike.
Bajarên mûşekî yên binerd hîn jî mane lê deriyên tunelan û rêyên veguhastina wan bi dijwarî tên armancgirtin.
Li gorî senaryoyên cuda yên ku ji aliyê navendên stratejîk ve hatine nirxandin, bi rêjeya ji sedî 55 îhtimal heye ku ev şer 6 heta 12 hefteyan dirêj bike.
Di vê senaryoyê de dê ziyaneke mezin bigihe aliyên şer.
Îhtimala xweradestkirina Îranê di nava 4 hefteyan de, tenê ji sedî 15 hatiye diyarkirin.
Senaryoyeke din a pêşbînîkirî ya wan navendan ew e ku eger Rûsya û Çîn ji aliyê lojîstîkî û cebilxaneyê ve alîkariya Îranê bikin, tê pêşbînîkirin ku şer 4 heta 12 mehan dirêj bike.
