Hewlêr (Rûdaw) - Guherînên di nirxê diravên biyanî û bihayê petrolê de û zêdekirina bacan, bandora xwe ya li ser bihayê sotemeniyê didomînin.
Îro (20ê Adara 2026an) mazot 5 lîre û 18 qurişan biha bû.
Bi vê bihabûnê re lîtreyeke mazotê li gelek bajarên mezin sînorê 70 lîreyî derbas kir û gihişt asteke dîrokî.
Bihayê mazotê firiya
Îro bihayê mazotê 5 lîre û 18 qurişan hat zêdekirin.
Bi vî awayî, bihayê lîtreyeke mazotê li gelek bajarên mezin sînorê 70 lîreyî derbas kir û gihişt asta herî bilind a dîrokê.
Bi vê zêdebûna dawî re, li gelek bajaran û bi taybetî jî li bajarên mezin bihayê lîtreyeke mazotê ji 70 lîreyî derbas bû.
Bihayên nû yên benzîn û mazot û gazê:
Amed
Benzîn: 64,46 TL
Mazot: 73,82 TL
LPG: 32,43 TL
Stenbol (Aliyê Ewropayê):
Benzîn: 62,00 lîre
