Hewlêr (Rûdaw) - Berê sibeha roja şemiyê di dema girtina bazarên darayî yên cîhanê de, bihayê onsa zêr bi qasî 160 dolarî, yanî ji sedî 3,45 daket û bi 4 hezar û 491 dolaran hat kirîn û firotin.
Bihayê onsa zêr di girêbestên paşerojê de jî bi qasî 30 dolarî daket û bû 4 hezar û 574 dolar.
8 roj in zêr erzan dibe.
Zêrê ku bi gelemperî di dema aloziyên jeopolîtîk de wekî stargeheke ewle tê dîtin û biha dibe, di rewşa niha ya şerê Îranê de nekarî vê pêgeha xwe biparêze.
Hefteya borî bihayê onsa zêr ji sedî 10,32 yanî bi qasî 532 dolaran daketiye.
Li şûna zêr, dolar wekî sermayeyeke stargeha ewle derketiye pêş û ji destpêka şerê Îranê ve xurt bûye.
Ev yek jî bûye sedema erzanbûna zêr.
Bazarên cîhanî ji bandora bihabûna petrolê û zêdebûna enflasyonê dilgiran in.
Ji ber êrişên Îran û Îsraîlê yên li ser binesaziya enerjiyê ya hevdû, bihayê bermîleke petrolê li ser 100 dolarî ketiye.
Di heman demê de Banka Navendî ya Awistralyayê rêjeya faîzê bilind kir.
