Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê roja înê di asta herî bilind a 3 salên dawî de hate firotin.
Tevî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li ser dan û standinên bi Îranê re jî, dilgiraniya bazirganan a derbarê qutbûna dabînkirina petrolê ji herêmê kêm nebû.
Bihayê petrola Brent a Deryaya Bakur bi rêjeya ji sedî 4,22yan bilind bû û bermîla wê bi 112,57 dolaran hate firotin.
Ev yek asta herî bilind a bihayê petrola brent e ji tîrmeha 2022yan ve (piştî êrişa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê).
Her wiha bihayê petrola sivik a Texasê jî bi rêjeya ji sedî 5,46an zêde bû û bermîla wê gihişt 99,64 dolarî.
Gava Trump a ji bo dana mûleta 10 rojan a ji bo vekirina Tengava Hurmizê, dilê bazirganan rihet nekir. Serokê Amerîkayê li ser medyaya civakî ragihandibû ku dan û standinên bi Îranê re "gelekî baş diçin."
