Hewlêr (Rûdaw) - Onseke zêr îro bi zêdetirî 4500 dolaran tê kirîn û firotin.
Îro piştî vebûna bazarên Asyayê bihayê onsa zêr daket 4411 dolaran lê piştî çend demjimêran berê xwe da bilindbûnê.
Dive were gotin ku bihayê petrola brent li gel vebûna bazaran gihişt 115 dolaran û sedema ku bazara zêr bi daketinê vebû, bilindbûna berbiçav a bihayê petrolê bû.
