Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr roja înê di dema girtina bazaran de guherîneke kêm bi xwe ve dît û onseyek bi 4759 dolaran hat firotin ku tenê çend dolarî ji bihayê roja pêncşemê kêmtir bû.
Lê belê bihayê zêr di asta heftane de bilind bûye. Di nava hefteyekê de bihayê onseyek zêr zêdetirî 100 dolarî bilind bû û di nava du hefteyan de jî nêzîkî 300 dolarî zêde bûye.
Agirbesta navbera Îran û Amerîkayê, îhtimala domandina wê û rêkeftina navbera her du welatan a ji bo bidawîkirina şer, sedemên zêdebûna heftane ya bihayê zêr in.
Di heman demê de hilberîner û bazirganan çavê xwe birine ser Banka Navendî ya Amerîkayê û polîtîkaya wê ya neqdî û faîza bankayê.
