Hewlêr (Rûdaw) - Daketina bihayê petrolê û hêviyên ji bo berdewamiya dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de, îro bihayê zêr zêde kir.
Piştî vebûna bazarên Asyayê, îro bihayê onseke zêr bi qasî ji sedî 0,6an zêde bû.
Bi vî awayî onsa zêr bi 4 hezar û 768 dolaran tê kirîn û firotin.
Bihayê zêr ê di girêbestên paşerojê de yên ji bo radestkirina meha hezîranê ya îsal bi heman awayî zêde bû.
Ev zêr niha bi 4 hezar û 790 dolaran tê kirîn û firotin.
Gotinên JD Vance bandor kir
Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance pêşniyarî Îranê kir ku mercên Amerîkayê qebûl bike û dan û standinan bidomîne.
