Hewlêr (Rûdaw) - Zêdebûna hinartina petrola Kerkûkê ya bi rêya boriya Herêma Kurdistanê, mafê parêzgehê yê petrodolarê zêde dike.
Ev zêdebûn nêzîkî 10 milyon dolaran ji parêzgehê re misoger dike ku di yasaya budceya giştî de hatiye diyarkirin.
Li gorî amarên Şîrketa Kirîn û Firotina Petrolê ya Îraqê (SOMO) yên Adarê, hinartina petrola Kerkûkê zêde bûye.
Petrola ku bi rêya boriya Herêma Kurdistanê ji bo Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê tê hinartin ji 2,7 milyon bermîlî zêdetir bûye.
Mafê petrodolarê
Endamê Komîteya Darayiyê ya Parlamentoya Îraqê Rêbwar Kerîm ji Rûdawê re ragihand:
"Li gorî yasaya budceya giştî ya Îraqê, mafê Kerkûkê û parêzgehên din ên hilberînerên petrolê heye.
Mafê wan e ku li beramberî hinartina petrolê petrodolarê wergirin.
Lê eger heye ku hikûmet ji ber rewşa darayî ya niha ya Îraqê nekaribe wî pereyî xerc bike."
Li gorî madeya pêncan a yasaya budceya giştî ya Îraqê, ji sedî 5ê dahata petrol û gazê ji bo wan parêzgehan tê xerckirin.
