Hewlêr (Rûdaw) – Vê sibehê bihayê onsek zîv 50 sent daket û bû 80 dolar û 23 sent.
Bi vê yekê, niha li bazarên cîhanê kîloyek zîv bi 2 hezar û 580 dolaran tê firotin.
Îro sibe, dema bazar hatin vekirin, bihayê zîv heta 78 dolar û 64 sentan daketibû lê bi lez zererên xwe telafî kir.
Ev daketin piştî wê yekê hat ku aloziyên li Tengava Hurmizê careke din gur bûn, ev yek jî bû sedema bilindbûna berbiçav a bihayê petrolê û zêdebûna dilgiraniyên derbarê bilindbûna enflasyonê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Hêza Deryayî ya welatê wî dest daniye ser keştiyeke Îranê ya li Kendava Umanê, ji ber ku keştiyê guh nedaye hişyariyan.
