Hewlêr (Rûdaw) - Çînê li hemberî wê krîza enerjiyê ya cîhanî ya ku ji ber girtina Tengava Hurmizê ya piştî şerê Îranê serî hilda heta radeyeke berçaw li ber xwe da.
Stratejiya çend salan a kirîna petrola erzan a Îranê ji ber cezayan, wisa kiribû ku Çîn ji berê ve yedegeke stratejîk a petrolê bi qebareya 1,2 milyar bermîlan ava bike.
Di demekê de ku rafîneyên serbixwe (yên taybet û fermê) yên Çînê ku bi piranî li wîlayeta Shandongê ne bi asanî înkara kirîna petrola cezakirî ya Îranê dikin.
Şerê Îranê di maweyê zêdetirî 50 rojî de çar qonaxên cuda bi xwe ve dîtin. Her yek ji wan guvaşeke darayî ya cuda xist ser pergala enerjiyê ya Çînê.
Dorpêça deryayî ya Amerîkayê ku niha di roja xwe ya heştan de ye, qonaxa yekem e ku astengiyeke cidî ji bo dabînkirina petrolê ji bo parzûngehên Çînî çêkiriye.
Ev jî ne bi rêya kêmkemiya petrolê ye, belkî bi rêya kêmkirina qezenca rafîneyên Shandongê û bilindbûna kirêya keştiyên sîber e.
Qonaxa 1em - Xweavêtina pêşwext (Kanûna Paşîn – 28ê Sibata 2026an)
Di du mehên destpêkê yên îsal de, Çînê hewlên xwe yên ji bo avakirina embara petrolê leztir kir, bi awayekî ku hawirdekirina petrola xav bi rêjeya ji sedî 15,8 li gorî sala borî zêde kir. Qebareya kirîna pêşwext neasayî bû.
Barkirina petrola xav a Îranê di du hefteyên dawî yên meha Sibatê de gihişt asta herî bilind a dîrokî ku 3,78 milyon bermîl bû di rojê de, ev jî zêdetirî du qatê navîniya hefteyî ya berê bû ku nêzîkî 1,48 milyon bermîlan bû.
Sedema vê komkirinê stratejiyeke çend salî bû. Çînê yedegeke mezin a stratejîk a petrolê kom kir ku nêzîkî 1,2 milyar bermîl petrol bû heta destpêka sala 2026an. Ev jî têra bikaranîna 109 rojên wî welatî dikir bêyî ku pêwîstiya wî bi hawirdekirina petrolê hebe.
Kiriyarên Çînî piştî daxistinê, bi nêzîkî 60 dolarî ji bo her bermîlekê petrola Îranê bi dest dixist, di demekê de ku bihayê petrola brentê beriya şer nêzîkî 74 dolaran bû, ev jî sûdeke mezin a 14 dolarî bû ji bo wan rafîneyên nefermî yên Çînê ku bi asanî xwe ji cezayên li ser Îranê vedişêrin.
Ev tenê bi rêya wan keştiyên sîber dihat kirin ku pergala naskirina xweser (AIS) vedimirandin ji bo ku neyên naskirin. Keştî nav û alayên xwe diguherînin, tomarên barkirinê sexte dikin û destkariyê di pergala AISyê de dikin.
Amarên gumrikî yên Çînê vê yekê diselmînin: Tomar ji sala 2022yan ve ti hawirdekrina petrolê ji Îranê nîşan nadin, lê belê hawirdeya petrola ji Malezyayê di sala 2025an de gihişt 1,3 milyon bermîlan di rojê de, di demekê de ku ew hejmar du qatê tevahiya berhemanîna Malezyayê ye.
Qonaxa 2yem - Destpêkirina şer û girtina beşek ji Hurmizê (1 – 31ê Adara 2026an)
Ji 4ê Adara 2026an ve, hêzên Îranê tengav wekî "girtî" ragihand, lê girtin rastiyeke operasyonî ya cuda ji bo Çînê hebû.
Îranê herî kêm 11,7 milyon bermîl petrola xav di Tengava Hurmizê re hinarde kiriye ji wê dema ku şer dest pê kiriye, ku hemû ji bo Çînê bûye.
Her çend qebare kêmtir bû ji beriya şer (1,22 milyon bermîl di rojê de di dema şer de li beramberî 2,16 milyonan di Sibata beriya şer de), lê belê rê bi qismî bi çalakî ma.
Her wiha Îranê rêyeke alternatîv çalak kir. Dîsa dest bi barkirina keştiyan kir li termînala Caskê li Deryaya Umanê, li başûrê Tengava Hurmizê ku tekane deriyê hinardekirina petrola xav a Îranê ye li ser Deryaya Umanê ku bi temamî tengavê dordipêç dike.
