Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî ji Rûdawê re ragihand ku ew dixwazin Tengava Hurmizê were vekirin lê destpêkê divê şer raweste.
Nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî Vassily Nebenzia di bersiva pirseke Rûdawê de ragihand, "Em dixwazin Tengava Hurmizê were vekirin lê divê destdirêjî raweste û şer bi dawî bibe."
Rûdawê ji Nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî Vassily Nebenzia pirsî ku çima doh li gel nûnerên çendîn welatên din amade nebû dema wan daxwaza vekirina Tengava Hurmizê kir.
Vassily Nebenzia di bersivê de got ku ew kar berovajiyê rêrewa asayî ya rûdanan hatiye kirin.
Nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî Vassily Nebenzia pirsên nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdulah bersivandin.
Rûdaw: Îmaratê ragihandiye ku ew dê ji OPEC Plusê vekişe. Helwesta Rûsyayê ya di vê derbarê de çi ye?
