Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdiakirin ku Amerîka û Çînê li ser pirsgirêka Îranê li hev kiriye.
Di daxuyaniyan de hat gotin ku "Tehran dê ti carî nebe xwediya çekên nukleerî."
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping li Pekîna paytexta Çînê civiyan.
Piştî hevdîtinê daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de bernameya nukleerî ya Îranê û aloziya li Tengava Hurmizê derketin pêş.
Koşka Spî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Amerîka û Çînê li ser Îranê helwesteke hevpar nîşan daye.
Hat destnîşankirin ku divê "Îran ti carî nebe xwediya çekên nukleerî."
Her wiha hat eşkerekirin ku her du welatan li ser vekirîhiştina Tengava Hurmizê jî li hev kiriye.
Koşka Spî da zanîn ku Serokê Çînê Xi Jinping li dijî leşkerîkirina tengavê ye.
Her wiha Xi Jinping li dijî wergirtina pereyan a ji derbasbûnên tengavê ye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Çîn dixwaze di dabînkirina enerjiyê de girêdayîbûna xwe ya bi Tengava Hurmizê kêm bike.
Ji bo vê yekê jî Çînê eleqe nîşan daye ku zêdetir petrola Amerîkayê bikire.
Di rojevê de Îran û ewlehiya enerjiyê hebûn
Li gorî nûçeyên di çapemeniya navneteweyî de, mijarên sereke yên rojeva civînê hatin eşkerekirin.
Ew mijar bernameya nukleerî ya Îranê, aloziya leşkerî ya zêdebûyî ya li Kendavê û ewlehiya dabînkirina enerjiyê bûn.
Li gorî nûçeyên Reuters û The Guardianê, birêvebiriya Washingtonê daxwazek ji Pekînê kiriye.
Washingtonê xwestiye ku Çîn bandora xwe ya li ser Îranê bi kar bîne.
Li hêla din, Çînê jî bal kişand ser metirsiyên şerekî berfireh ê li herêmê û bandora wê ya li ser aboriya cîhanî.
Beşeke girîng a bazirganiya petrola cîhanê di Tengava Hurmizê re derbas dibe.
