Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên pilebilind ên Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) hişyarî didin, dibe ku havîna îsal budceya pêwîst ji bo birêvebirina operasyonan nemîne.
Li gorî gotina wan, şerê Îranê û belavkirina hêzan a li ser sînorên başûr ên Amerîkayê hemû çavkaniyên wan ên darayî vala kirine.
Li gorî raporeke rojnameya Wall Street Journalê ya Amerîkayê, fermandarên Pentagonê ragihandiye ku eger Kongreya Amerîkayê projeyasayeke nû ji bo dabînkirina xerciyên dema şer qebûl neke, artêş neçar dibe ku rahênanên leşkerî û hinek karên din ên sereke yên parastinê kêm bike.
Rayedarên wezaretê da zanîn ku heta niha xerciyên şerê li Îranê û operasyonên din ên nexwestî ji budceya salane ya "kar û sererastkirinê" hatine dabînkirin.
Ev budce di bingehê de ji bo erkên asayî yên artêşê hatiye veqetandin û ne ji bo şerekî wiha mezin û operasyonên zêde ye.
Vê rewşê zexteke darayî ya gelekî mezin xistiye ser wezaretê.
30 milyar dolar di şerê li Îranê de hat xerckirin
Li gorî nûçeyên medyaya Amerîkayê ku spartiye rayedarên Pentagonê, heta niha nêzîkî 30 milyar dolarî di şerê li Îranê de hatiye xerckirin.
Meha adarê wezaretê ji bo birêvebirina vî şerî daxwaza 200 milyar dolarî ji Kongreyê kiribû lê daxwaza wan nehatiye qebûlkirin.
