Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di dosyeya yekxistina saziyên leşkerî û ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyeyê de “bipêşketineke hêsan” çêbûye.
Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed di hevpeyvîneke taybet de ku Pêşkêşkara Tora Medyayî ya Rûdawê Nalîn Hesenê pê re kir de da zanîn ku amadekariyên dawî yên ji bo berdana hemû dîlan bi dawî bûne û berdana wan nêzîk e.
Parêzgarê Hisîçayê derbarê dosyeya perwerdeyê de jî eşkere kir ku pêşniyareke “gelekî girîng” heye ku bernameya fermî ya Sûriyeyê piştî wergerandina li ser zimanê Kurdî li navçeyên wekî Hisîçayê, Kobanî, Efrîn û Taxa Şêx Meqsûd a Helebê bê dayîn. Wî ev yek wekî “yek ji gavên garantor” ji bo serkeftina lihevkirina giştî bi nav kir.
Rûdaw: Di dosyeya entegrasyona Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî de di astên sivîl û leşkerî de, heta niha gavên herî berbiçav ên pratîkî çi ne?
Nûredîn Ehmed: Heta niha dosyeya entegrasyonê di aliyê leşkerî û hêzên ewlehiya navxweyî de bi hêsanî bi rê ve diçe û di gavên yekkirinê de bipêşketin heye. Wekî danîna li ser asta fermandariya lîwayan û binavkirina efserên çalak di nava pêkhateya lîwayan de. Komek ji van efseran li akademiya Artêşa Sûriyeyê rahênanê dibînin.
Her wiha alîkarê Wezîrê Parastinê û Alîkarê fermandarê firqeya çalak a parêzgehê hatin danîn. Ji bo ewlehiya navxweyî jî, alîkarê fermandarê hêzên ewlehiya navxweyî yê parêzgehê hat danîn. Komîte hene ku dê bi efser û endamên hêzên Asayîşê re hevdîtinan bikin. Armanc ew e ku tomarên wan temam bikin û bizanibin bê gelo ew amade ne tevlî refên hêzên ewlehiya navxweyî bibin yan na.
Ew dê li gorî şareza û jêhatîbûna xwe werin dabeşkirin da ku erkên xwe di paşerojê de li gorî yasa û rêzikên Wezareta Karên Navxwe bi cih bînin. Helbet ev dê bi taybetmendiyekê be. Eger pêwîst be ew dê di paşerojê de dewreyan jî bibînin. Di encamê de em dikarin bibêjin ku kar û bar di nava van her du sektoran de baş bi rê ve diçin.
Di rêza yekem de, dosyeya berdana hemû dîlan a bêyî şert û merc heye û ev yek di bin cîbicîkirinê de ye. Ji ber sedemên têkildarî pêvajoya yekxistinê ev dereng ketiye lê amadekariyên dawî ji bo berdana wan temam bûne. Diviyabû hefteya borî hemû dîl bihatana berdan. Piştî rakirina astengiyên ku vê dawiyê derketine holê dê di demeke nêzîk de ev yek pêk were. Her wiha, li ser vegera koçberan lihevhatin heye ku hemû koçber vegerin herêmên xwe.
Rûdaw: Dê çawa bê garantîkirin ku birêvebiriya hevbeş a li Hisîçayê bi rastî li ser bingeha lihevkirinê be û ti pêkhate xwe li derve nebîne?
Nûredîn Ehmed: Birêvebirî dê bê guman li ser bingeha lihevkirinê be. Ji ber ku danîn bi lihevkirin û beşdariya hemû pêkhateyan pêk tên da ku rola wan di rêvebirina saziyên hikûmî yên leşkerî û sivîl de hebe. Ev ji aliyekî ve.
Aliyê herî girîng ê ku divê hemû alî li ser bixebitin avakirina pirên baweriya hevbeş e. Ev pira baweriyê di navbera hemû aliyên pêwendîdar ên bi rêvebirina kar û barên parêzgehê û kar û barên dewletê de ye.
Ji aliyekî din ve, em hemû bi hev re dixebitin ku hemû pêkhate mafên xwe yên rewa û mafê welatîbûna rastîn bi dest bixin. Da ku welatiyên ji hemû pêkhateyan hîs bikin ku mafên wan hene û divê jê sûdê werbigirin û erkên wan jî li hemberî welatê wan hene.
