Masiyê Darexê (Masiyên Gola Wanê / Încî Kefalî) tenê di Gola Wanê ya Bakurê Kurdistanê de dijî û li ti deverên din ên cîhanê nayê dîtin. Ev masî bi saya pergal û şiyana xwe ya xweşbînkirina li gel ava sodayî ya Gola Wanê ku pileyê wê yê pHê 9.2 ye, ji hemû cureyên din ên masiyan cuda dibe.
Tora Medyayî ya Rûdawê di hevpeyvîneke taybet de li ser masiyê Darexê û Gola Wanê, pirsên xwe ji Mamosteyê Fakulteya Berhemên Avî ya Zanîngeha Dîcleyê Mistefa Akkuş û masîvanê navdar ê Bakurê Kurdistanê Kenan Balci kir.
Kenan Balci diyar kir ku masiyê Darexê ji bo parêzgeha Wanê û hemû bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê nirxekî bêhempa ye û wî wiha got, "Ev masî xwe li gorî ava bi soda ya Wanê amade kiriye û xwedî pergaleke bihêz a parastinê ye. Ev masî zeviya me ye ku em bêyî ku biçînin, berhemê wê dixwin."
Mamosteyê Beşa Kurdî Mistefa Akkuş diyar kir ku dîroka Darexê li vê herêmê gelekî kevn e û anî zimên: "Masiyê Darexê masiyekî resen ê Wanê ye; eger em bêjin Urartû û Aşûrî beriya 3-4 hezar salan li Wanê bûne, masiyê Darexê ev 800 hezar sal in li vir e."
Mistefa Akkuş pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê wiha bersivandin.
Rûdaw: Masiyê Darexê ku tenê li Wanê heye, çi sûdê dide bajarê Wanê û xelkê wê? Gelo di vî warî de amarek li ber destê we heye û sûda wî ji bo tevahiya Tirkiyeyê çi ye?
Mistefa Akkuş: Masiyê Darexê tenê di Gola Wanê de dijî û li ti deverên din ên cîhanê peyda nabe. Dema em li nexşeyê dinêrin, em dibînin ku li rojavayê Tirkiyeyê golek girtî heye û ti pêwendiyeke wê ya avê li gel derve nîne. Ji bo ku em cudahiya masiyê Darexê fêm bikin, divê em vegerin dîroka beriya milyonek salî. Wê demê Gola Wanê ji ya niha mezintir û berfirehtir bû û pêwendiya wê bi beşên din ên Anatolyayê re hebû.
Lê belê beriya 800 hezar salan, ji ber teqîna Çiyayê Nemrûdê ku li başûrê golê ye, pêwendiya golê li gel derve qut dibe û Gola Wanê ya îro ava dibe. Di destpêkê de ava wê şîrin û paqij bû lê ji ber ku ti rêyeke derketina avê tune ye, gol tenê bi rêya hilmbûnê avê winda dike. Bi derbasbûna demê re, ava ji çiyayan tê gelek madenên kîmyewî û sodayê tîne nav golê û bi vî awayî Gola Wanê dibe golek tije xwê û bi soda. Di wê demê de masiyê Darexê di nav Gola Wanê de asê dimîne û ti şansê wî yê derketina derve namîne.
Rûdaw: Carinan rayedarên hikûmetê û bi taybetî jî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li şûna "Gola Wanê" îfadeya "Deryaya Wanê" bi kar tînin. Xelkê herêmê jî gelek caran vê yekê dubare dikin. Her çi qasî navê wê yê fermî gol be jî, 4 giravên wê hene û gelekî mezin e. Nêrîna we li ser vê yekê çi ye?
Mistefa Akkuş: Şaristaniyên kevn ji Gola Wanê re digotin derya çimkî ji bo Gola Wanê ji ber kalîteya ava wê û mezinahiya wê pênaseya deryayê guncavtir e. Gola Wanê gelekî mezin e û rûberê wê 3 hezar û 712 kîlometre çarçik e. Eger tu bixwazî bi otomobîlê li dora golê bigerî, rojeke temam ji te re pêwîst e. Kûrahiya wê jî digihe 461 metreyan. Masiyê Darexê yekane cureyê masiyan e ku dikare di vê ava şor û soda de bijî û sûdekî mezin ê aborî bide.
