Hewlêr (Rûdaw) - Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê ragihand ku ji rojavayê Bexdayê çend mûşek avêtine Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê.
Hat diyarkirin ku mûşek li herêmeke çolê ketine xwarê û hêzên ewlehiyê dest daniye ser wê otomobîla ku mûşek jê hatine avêtin.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Îraqê di daxuyaniyekê de got:
"Îşev saet 20:20î, ji nav otomobîleke cureyê Kia li navçeya Ebû Xurêbê ua li rojavayê Bexdayê çend mûşek avêtine Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê hatin avêtin."
"Ti ziyan çênebûne"
Li gorî daxuyaniyê, mûşek li herêmeke çolê û dûrî balafirgehê ketine xwarê.
