Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişên ser komên çekdar ên girêdayî Heşdî Şebiyê yên li Nînowa û Enbarê de kuştî û birîndar çêbûn.
Koma "Berxwedana Îslamî" ya li Îraqê jî ragihand ku wan di nav 9 rojan de nêzîkî 200 êrişan pêk anîne.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo rêgiriya li êrişên van koman ferman da hêzên ewlehiyê ku li dûv wan bikevin û wan bigirin.
Şerê di navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê de bandoreke mezin li Îraqê jî kiriye.
11 berpirsên payebilind ên leşkerî û ewlehiyê yên Îraqê çûn parlamentoyê û behsa hevahengiya Pêşmerge û Nobedarên Sînor û rêgiriya li derbasbûna hêzan a Îranê kir.
Êrişî komên çekdar kirin
7ê Adarê çend baregehên komên çekdar ên girêdayî Berxwedana Îslamî li Nînowa û Enbarê hatin bombebarankirin.
Çavkaniyekî ji parêzgeha Nînowayê ji Rûdawê re got:
"Yek ji êrişan li dijî baregeha Lîwaya 40î ya Heşdî Şebiyê ya li bajarokê Geyareyê bûye ku girêdayî Ketayib Îmam Elî ye."
Li gorî medyaya nêzîkî Heşdî Şebiyê, di encama bombebaranê de çekdarek hatiye kuştin û sê çekdar jî birîndar bûne.
Êrişeke din li parêzgeha Nînowayê li dijî Ketayib Seyîd Şuhedayê bûye ku Ebû Ala Welaî emîndarê wê yê giştî ye.
Çavkaniyekî payebilind li Nînowayê ji Rûdawê re got, "Êriş li dijî baregeha Fewca 33yan a lîwayeke wê komê bûye ku nêzîkî xala lontrolê ya Eqrebê ye."
Ev roja duyem e ku li pey hev êrişî baregehên Ketayib Seyîd Şuhedayê yên li Nînowayê tê kirin.
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Îraqê ragihand ku ji ber bombebaranên li Nînowayê çekdarek hatiye kuştin û 3 çekdar jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Şaneyê, êriş ji aliyê çend balafirên "nenas" ve hatine kirin.
Çavkaniyekî ewlehiyê yê li Enbarê jî ji Rûdawê re got, "Navçeya Gehawî ya Enbarê ku Lîwaya 45an a Heşdî Enbarê lê ye, 3 caran hatiye bombebarankirin."
Navçeya Gehawî dikeve ser navbera Babil û Enbarê û nêzîkî herêma Curf Sexrê ye.
