Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Birêvebirê Şirketa Gaza Besreyê diyar kir ku tevî kêmûbûna hilberîna petrolê ya ji ber şer jî, ew rojane 3 hezar ton gaza şil ji bo pêdiviyên navxweyî dabîn dikin.
Alîkarê Birêvebirê Şirketa Gaza Besreyê û Birêvebirê Desteya Bilind a Veberhênanê Murfî Kazim Esedî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Esedî got, "Şirketa Gaza Besreyê di vê rewşa taybet de bi hevahengiyeke xurt a bi Wezareta Petrolê, Şirketa Petrola Besreyê û Şirketa Gaza Başûr re, ji bo garantiya berdewamiya dabînkirina gazê kar dike."
Asta hilberîna petrolê daketiye
Wî berpirsê Şirketa Gaza Besreyê amaje pê kir ku ji ber bûyerên vê dawiyê asta hilberîna petrolê daketiye û vê yekê bandoreke rasterast li ser qebareya wê gazê kiriye ku şirket distîne.
