Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji hêzên ewlehiyê yên welatê xwe xwest ku "bi lez" wan kesên êrişî Otela Reşîd, Qada Petrolê ya Mecnûn, Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê kirine bibînin.
Mihemed Şiya Sûdanî got, "Ewlehiya welat xeta sor e."
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan daxuyaniyek belav kir.
Numan diyar kir ku Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şiya Sûdanî ferman daye hemû dezgehên ewlehî û îstîxbaratê ku li pey êrişkarên êrişan bigerin û wan radestî dadgehê bikin.
Li gorî daxuyaniyê, di nava çend saetên borî de Qada Petrolê ya Mecnûnê ya li Besreyê, Otela Navneteweyî ya Reşîd û Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê rûbirûyî "êrişeke terorîstî" bûne.
Sebah Numan di berdewamiyê jî de got, "Ev karên tawankarî dê encamên xeternak li ser welat bikin û hewlên hikûmetê yên ji bo avakirin û bipêşketinê asteng bikin."
