Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Heşdî Şebiyê ragihand ku îro êrişî du baregehên wan ên li parêzgeha Enbarê ya Îraqê hatiye kirin.
Di encama êrişan de 3 çekdarên wan hatine kuştin û çend çekdarên din jî birîndar bûne.
Berpirsekî îdarî yê Enbarê diyar kir ku baregeha fermandariya operasyonan a Heşdî Şebiyê ya li qezaya Qaîmê hatiye bombebarankirin.
Li gorî daxuyaniya Desteya Heşdî Şebiyê, îro demjimêr 16:10an baregeha Qasim Muslihê Fermandarê Operasyonan a Enbarê hatiye bombebarankirin.
Ev baregeh li qezaya Qaîmê ya rojavayê parêzgeha Enbarê ye.
