Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Enbarê ya Îraqê baregeheke Heşdî Şebiyê hat bombebarankirin, 2 kes çekdar mirin û 4 çekdar jî birîndar bûn.
Desteya Heşdî Şebiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro piştî nîvro li qezaya Rutbeyê ya parêzgeha Enbarê ya êrişî Lîwaya 17an a hêzên wan hat kirin.
Li gorî daxuyaniya Desteya Heşdî Şebiyê, êriş îro saet 14:30yî pêk hatiye.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, ev êriş ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatiye kirin.
