Hewlêr (Rûdaw) - PDKyê ragihand ku ew dê bi Nizar Amêdî re dan û standinê nekin ku wekî serokkomarê Îraqê hatiye hilbijatin.
Namzedê YNKyê Nizar Amêdî îro wekî serokkomarê Îraqê hat hilbijartin.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê şêwazê hilbijartina Serokkomarê Îraqê daxuyaniyek belav kir û ew şêwazê hilbijartinê red kir.
PDKyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew wî kesê ku bi vî awayî hatiye diyarkirin wekî nûnerê piraniya Kurdistanê nabînin û ew dê pê re dan û standinê nekin.
"Pêvajoya hilbijartinê li derveyî peyrewê bû"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêvajoya hilbijartina Serokkomarê Îraqê li derveyî peyrewa navxweyî ya Parlamentoya Îraqê hat lidarxistin.
PDKyê bal kişand ser binpêkirina qanûnê û got, "Serokatiya Parlamentoyê bêyî ku guh bide peyrewa navxweyî ya encumenê, bernameya civînê diyar kir û ev jî binpêkirina qanûnê ye."
"Posta Serokkomariyê mafê gelê Kurdistanê ye"
