Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî ragihand ku Îraq ji bo aramiya herêmê piştgiriya diyaloga rasterast a di navbera Îran û Amerîkayê de dike.
Qasim Erecî her wiha wî spasiya serkirdayetiya Herêma Kurdistanê kir ku nehiştiye xaka Kurdistanê di şer de were bikaranîn.
Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Erecî got, "Îraq bi her awayî piştgiriya destpêkirina diyaloga rasterast a di navbera Washington û Tehranê de dike.
Ji ber ku ev li herêmê ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê yekane rê ye."
Daxwaza agirbesteke giştî
Erecî behsa pêwîstiya domandina agirbestê kir û diyar kir ku divê rawestandina şer bêyî ti cudahiyan li hemû herêmê bidome.
Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê pesnê helwesta siyasî ya Herêma Kurdistanê da û wiha peyivî:
"Em spasiya helwesta serkirdayetiya Herêma Kurdistanê dikin.
Wan roleke mezin di parastina aramiyê de lîst.
