Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê di civîna xwe ya dawî ya ji bo diyarkirina namzedê serokwezîrtiyê de, li ser du bereyan dabeş bû.
Ji ber ku namzedan nekarî ji sedî 66ê dengan bi dest bixin, biryar nehat dayîn. Nakokiyên li ser şêwaza dengdanê û tirsa ji helwesta parlamentoyê, diyarkirina vê pirsê bi paş xist.
Şeva 20ê Nîsanê, hevpeymaniya ku nûnertiya piraniya aliyên Şîe dike, li ofîsa Serokê Tevgera Hikmetê ya Îraqê Emar Hekîm a li Bexdayê civiya.
Lê belê alî li ser namzedê serokwezîrtiyê li hev nekir û civîn ji bo 22yê Nîsanê hat bipaşxistin.
Gotibêjê Hevpeymaniya Nesrê Eqîl Ridênî ji Rûdawê re got, "Ti namzedî nekarî piraniya dengan bi dest bixe.
Bipaşxistina ragihandina namzedî ji bo wê yekê bû ku di du rojên bê de gotûbêjên zêdetir werin kirin."
Civîneke nepenî û tund
Rêkarên civîna li ofîsa Emar Hekîm gelekî tund bûn da ku agahî bi derve de neyên belavkirin.
Beşdarên civînê bêyî telefonên xwe yên mobîl çûn ser maseya gotûbêjan.
Civîn saet 20:20an dest pê kir û heta 22:00an dom kir. Di civînê de 12 endamên Çarçoveya Hevahengiyê amade bûn.
Ji ber ku armanca sereke yekalîkirina namzedî bû, maseya ragihandina navê namzedî hatibû amadekirin.
Lê belê piştî civînê ti kes neçû ser wê maseyê da ku navekî eşkere bike.
Birêvebirekî Tevgera Hikmetê ji Rûdawê re got, "Me di destpêka civînê de mase amade kiribû, me texmîn nedikir ku lihevkirin çênebe."
Dabeşbûna li ser du bereyan
Pêkhênerên Çarçoveya Hevahengiyê nekarî li ser yek ji du namzedan li hev bikin.
Namzedê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî û Basim Bedrî û namzedê Hevpeymaniya Avakirin û Bipêşketinê Îhsan Ewadî û Mihemed Şiya Sûdanî bûn.
Li gorî agahiyan, di civînê de dengdana fermî nehatiye kirin lê aliyan nêrînên xwe li ser namzedan anîne zimên.
Ji bo pesendkirina namzedekî 8 deng pêwîst bûn lê ev rêje pêk nehat. Basim Bedrî piştgiriya 7 lîderan û Îhsan Ewadî jî piştgiriya 5 lîderan bi dest xist.
Ev rewş bû sedem ku Çarçoveya Hevahengiyê bibe du bereyên 6 kesî:
Bereya Yekem: Muhemed Şiya Sûdanî, Emar Hekîm, Qeys Xezelî, Heyder Ebadî, Ehmed Esedî û Hadî Amirî.
