Hewlêr (Rûdaw) Wezîrê Karên Navxwe yê Îraqê Ebdul Emîr Şemerî ragihand ku wan ji bo dabînkirina "pergala dijîdron a bipêşketî" peymanek mohr kiriye.
Ebdul Emîr Şemerî eşkere kir ku ew pergal tenê ji bo saziyên Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ye û Herêma Kurdistanê li xwe nagire.
Peymana pergala dijîdron
Wezîrê Karên Navxwe yê Îraqê Ebdul Emîr Şemerî ji Rûdawê re şitexilî û got:
“Me ji bo dabînkirina çend pergalên parastinê yên dijîdron ên bipêşketî li gel Desteya Pîşesaziya Cengê ya Îraqê peymanek mohr kiriye.”
Roja 10ê Adara îsal, Encumena Wezîran a Îraqê razîbûna xwe dabû ser desthilatdayîna ji bo Wezareta Karên Navxwe da ku ji bo dabînkirina pergala parastinê ya dijîdron peymanê li gel Desteya Pîşesaziya Cengê îmze bike.
Wezîrê Karên Navxwe yê Îraqê diyar kir ku ev pergal ji bo parastina saziyên girîng ên wezaretê ye da ku li hemberî her êrişên bi dronan bên parastin.
Dabînkirina pergalê ji bo Herêma Kurdistanê
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Nûman 10ê Adara îsal ji Rûdawê re gotibû ku ew pergal tenê ji bo navçeyên federal nîne û dê ji bo Herêma Kurdistanê jî were dabînkirin.
