Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ye û dê çend hevdîtinan bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo encamdana çend civînan berê xwe da Bexdayê.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, Nêçîrvan Barzanî dê îro beriya nîvro bi Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê re bicive.
Çarçoveya Hevahengiyê mezintirîn fraksiyona Parlamentoya Îraqê ye û piraniya aliyên Şîeyan li xwe digire.
Hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên li Bexdayê
