Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê re civiya.
Serkirdeyên Çarçoveyê ji ber hewlên çareserkirina pirsgirêkan "pesnê helwest û siyaseta" Nêçîrvan Barzanî da.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de bi serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê re civiya.
"Pêwîstî bi hikûmeteke bersivder heye"
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêvajoya siyasî ya Îraqê û hewldanên pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqa Federal hatin gotûbêjkirin.
Di vê derbarê de hat gotin, "Tekezî li ser pêkanîna hikûmetekê hat kirin ku bersivdera astengiyên qonaxê be û cihê çaverê û daxwazên hemû pêkhateyên Îraqê be."
Her du aliyan ji bo çareserkirina pirsgirêkên welêt, girîngiya hevkariya aliyên siyasî û xebata hevbeş destnîşan kir.
Wan tekez kir ku divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê bên çareserkirin.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de giringiya parastina aramî, ewlehî û serweriya Îraqê jî hat diyarkirin.
