Hewlêr (Rûdaw) - Di civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî de daxwaza hevahengiya Hewlêr û Bexdayê hat kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di çarçoveya serdana xwe ya li Bexdayê de bi Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî re civiya.
Girîngiya hevahengiya Hewlêr û Bexdayê
Di civînê de rewşa siyasî û yasayî ya welêt û rola saziya yasadanînê ya di piştevaniya aramiyê de hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan bal kişand ser girîngiya lihevtêgihiştina di navbera hêzên siyasî û hevahengiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Hat destnîşankirin ku ji bo derbaskirina astengiyan û xizmeta berjewendiyên giştî yên welêt ev hevahengî pêwîst e.
"Divê qonaxa bê li ser bingeha hevpariya rasteqîn be"
